28‏/03‏/2009

Doza kurd...dozeke niştimanî ye, û çareserkirina wê jî niştimanî ye..

Dibin siya pêşketinên ku herêma me têde derbas dibe, a ku akama
xwe li ser pêşketina doza kurdî jî kiriye bi giþtî, ji ber wê doza kurdî li
sûrya wê jî gavin giring ber bi pêşde avêtin, ev doza ku inkara hebûna wê
dibû, û li ser dihate nixumandin , û piştî ku tenê weke dozeke di nava
kurdan bi tenê de bû, îro bûye cihê balkêşiyê û giringiyê ji bal hemû
hêzên niştimanî û siyasî di Sûryayê de. Û çêbûna (ragihandina dîmeşq)
yek ji wan guherandinên mezin bûn. Ev Ragihandin a ku cara yekê ye li
Sûrya tê sazkirin û di nava xwe de piraniya hêzên niştimanî û dîmoqratî
dighîne hev, tevî nerînên wanî siyasî û netewî, û di nava wan de jî hêzên
siyasî kurdî ên xuyanî, da belgeyeke siyasî deynin, daxwaz jê
çareserkirinek dîmoqratî û dadwerî ji bona doza kurdî li Sûrya, û weke ku
di daxuyaniya sekretariya giştî a Ragihandina Dîmeşq de hatiye( tu
bersivên lihevhatî nehatine li ser van siyasetan mî
a ewê ku hêzên kurdî ê xuyanî pê rabûn, bi tevlêbûna wan di nava
Ragihandina Dîmeþq a guhertina niþtimanî û dîmoqratî, ji ber
bîrûbaweriyên milet yekin, û derketin jî yeke da bighên azadî û
dîmoqratiyê û desthelata yasa û welatperweriyê).
Û li vêde, divê ku bête gotin, ku baþtirîn kar ji bona hêzên kurdî ên ku
neketine nava (Ragihandina Dîmeþq) de, ku têkevin nava wê de û alîkar û
piþtgir bin jêre, ji ber ku bi vê tevlêbûnê, hêza (ragihandina Dîmeþq)
xurttir dike, û ji ber ku ev Ragihandin doza çareserkirinek dîmoqratî ji
bona doza kurdî dike. Û ji hêleke din ve, bi tevlêbûna xwe ji Ragihandina
Dîmeþq re bêtir beþdarbûna kurd di nava vê koma niþtimanî mezin dike, a
ku teqez xizmeta doza kurdî bêtir dike, û bêtir xizmeta xebatê dike ji
bona gihandina jiyaneke dîmoqratî. Û li vir, divê ku em nîþan bidin li ser
meselak giring, ew jî ewe: gava ku hinek bêjin ku tiþtê Ragihandina
Dîmeþq ji bona kurdan pesend kiriye kêmin, lê bi ne beþdar bûna wan û
rexnekirina wan ji vê Ragihandinê re tu sûdê li kurdan nake, û dibe ku
têkeve xizmeta þovonistan de.
Ji demeke dirêj de, û ji pêþî de partiya me doz dikir da doza kurdî bibe
dozeke niþtimanî Sûrî, û tu çare jêre tune ye ji bilî di çarçewa niþtimanî
de, û kurd naghên çareserkirinê bêyî piþtgirî û alîkariya civaka Sûrî û
hêzên wêyî niþtimanî û dîmoqratî, ji ber wê, partiya me ji demeke dirêj de
karin mezin kirin ji bona avakirina pirên gihiþtinê di navbera kurdan û
hêzên niþtimanî de, bi rabûna bi semîneran û civînên lêkolîniyê û
gengeþeyê. Armanc jê ew bû danasîna doza kurd ji hêzên niþtimanî re, û
rastiya vê dozê ji wan re belû bibe, û ew krarên ku kesên þovînî dikin ji
bona vê dozê bi şewihînin, ji civaka niştimanî re bidin xuyan Û ev karê
han berba neçû, û encamên wê giring û mezin bûn. Û ev guhdan û alîkarî
a bi pirsa kurdî dibe, yek ji encamên wî karî ne.
Û îro jî, ew bizavên çewtkirinê nehatine rawestandin, lê pirtir û nuhtir
dibin û her carê bi şêweyekê bêbext û dekdar derdikevin, da vê pêşketinê
ji rê bibin, û wê rawestînin. Ji ber wê divê miletê me û tevgera wî a siyasî
bêtir hişyar be, da nekeve kelemin hinek dixwazin kurdan lê rast bînin

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق