26‏/01‏/2010

AVA HEYATE cigerxwin`

Meygera ava heyaté, mest u divané te me,
Sorgula baxé xelaté murxé bistané te me.
Sosın i, yan çiçek i, yan reyhen i, yan yasemn,
Bılbılé mest u hezin ım, der gulıstané te me.
Horıya reşkakıl i, ebr u kevan u rojeru,
Xoş perişan i welé ez tım perişané te me.
Ger tu Zin u şahé xoban, text u bexté eşq u dıl,
Ger şérina şahé kurd i, mılké İrané te me.
Rıstemé İrané eşq i, Xusrowé zérınkulah,
Keyqubadé mılké Furs i, kurdé bé cané te me.
Der dıl u cané Cegerxwin şah Selahediné kurd,
Ger tu Betlisa welat i, ez Şerefxané te me.

Di pêvajoya ku di dîroka Sûriyeyê de wek pêvajoya “cudabûnê’’ tê naskirin de,...


Çawa li Sûriyeyê pirsgirêka “biyaniyên Tirkiyeyê” peyda bû









Hikûmeta Sûriyeyê di 05.10.1962’an de, serjimêriyeke awarte bo niştecîhên Parêzgeha Cizîrê (Hesekê), pêk anî. Di encama vê serjimêriyê de, nêzîka % 28’ê niştecîhên Hesekê ji mafê hemwelatîbûnê hatin bêparkirin. Ev kes di destpêkê de, wek “Biyaniyên Tirkiyeyê” hatin binavkirin, pişt re li jêr benda “Biyaniyên Hesekê” hatin kategorîzekirin. Mebesta hikûmetê ji serjimêriyê, sezadana “Qaçaxên Kurd” bû ku bi dizî û bi rêyên qaçax û nerewa ji başûrê Tirkiyê derbasî Parêzgeha Cizîrê bûbûn.

Dibistana dîroka Sûriyeyê heta niha ji tu dokumentên akadîmîk û babetane ên di derbarê vê pêvajoya “Tunekirinê” de ku li jêr navnîşaneke yasayî û bêlayen “Serjimêriya Giştî” bi rê ve çû bê par e, ev pêvajoya. Êdî, bi tenê dimîne “dokumentkirinên” îdeolojîk ku ew jî herçend di warê nêzîkahiyên sosyolog û antropologan de ji bo naskirina rewşa raya giştî kêrhatî bin jî, bi kêrî nêzîkbûna rastiya pirsgirêkê û rêveçûna wê nayên.

Projeya “Sûriye 2025″ yekem heyet bû ku nêzîkahiyeke pir eşkere û li gel dokumentên zanistî ji bo vê pirsgirêkê pêşkêş kir. Wê di rêya xwe sipartina rexneyî re daxwiyaniyên dokumentkirî yên projeyê bi dest xistin. Ev gotar ku kirtiya lêkolîneke berfirehtir û mezintir e, hewl dide ku nêzîkahiyeke nû pêk bîne ku xwendina pirsgirêkê di rêveçûna derketina wê, pêkhatina wê, zelalbûna wê û destnîşankirina encamên wê re, wek bingeh digre.

Di dawiya Tebaxa 1962’an de, yan di dawiya pêvajoya ku di edebiyata dîrokî de navê “Serdema Cudabûn”ê (cudabûna ji Komara Erebî ya Hevgirtî) lê tê kirin, û li ser bingeha qeyraneke kûr, kêşedar û aloz Hikûmeta Beşîr Ezime ya çepgir û yekîtîparêz a ku di şerê Erebî yê sar di navbera Riyad û Qahîre de (16 Nîsan-13 Îlon 1962) bêlayan ma, hat hilweşandin û Xalid Ezim hikûmeta xwe ya nû damezirand (17 Îlon 1962-7 Adar 1963) ku di qonaxa “cûdabûnê’’ de hikûmeta pêncem û ya dawîn bû.

Xalid Ezim di siyasetên xwe yên civakî de konservator, lê di warê bikaranîna desthilatiyê de despotîk bû. Xalid Ezim li çavdêrî û xwedîderketina Amerîkayê digerriya û ji dayina deynên xwe yê zêde yên ku li gel faîzên wan digihîştin 430 hezar lîreyên Sûriyeyê direviya ku dewletê ew ji bo “Banqeya Sûriye û Diyaspora” garantî kiribûn (1). Ev wêne cuda ye ji wêneyê paşayê klasîk ê ronakbîr ê yekem Ezim (1940-1950) damezirênerê yekem yasaya hevdem ya ji bo hevkariya li tevahiya dewletên Erebî, û hewldana damezirandina dewleta nûjen; herwiha bi tundî cuda ye ji wêneyê Ezim ê dûyem an wêneyê “Milyonêrê Sor” yê di salên 1950’î de, nemaze di nîveka wan de ku Ezim bi pêngava xwe ya dîrokî ya îmzekirina peymana hevkariya aborî û teknîkî ya li gel Yekîtiya Sovyetê û di zîrveya Şerê Sar de, sertac kirin.

Hikûmeta Xalid Ezim di 05.10.1962’an de, hê sê hefte di ser desthilatdariya wê re derbas nebûbûn “Serjimêriyeke Giştî bo nîştecîhên Parêzgeha Hesekê” pêkanî; berî vê, Wezareta Navxweyî ji felcbûna Hikûmeta Beşîr Ezime ya ku ji dawiya Tebaxa 1962’an ve wek hikumeteke îstîfakirî dihat hesibandin qels ketibû. Ew hikumet di nava stresên mezin û tund de bû; li dijî wê hin tevger hebûn ku ji aliyê Riyad û Odeya Bazirganiya Şamê û wekîlên şîrketên petrolê û eniya kevnenûneran a bi serokatiya Xalid Ezim, `Îsam El-Ettar û Ekrem El-Horanî dihatin kirin. Di nava vê rewşê de di Îlona 1962’an de wezareta navxweyî biryar da ku vê serjimêriyê pêk bîne. Wezaretê biryar da tevahiya Tomarên Rewşa Civakî yên berê yên girêdayî nîştecîhên Hesekê, ji holê bên rakirin û serjimêriyeke giştî ya nû ji bo nîştecîhên Sûriyê û “biyanî” yên parêzgehê, bê çêkirin. (2)

Pêvajoya serjimêriyê ji xwe re pîvaneke sereke ya di tespîtkirina nasnameyê de wek bingeh girt: Herkesê di tomarnameyên Rewşa Civakî de berî sala 1945’an de tomarkirî bû û ji wê demê heta cîbicîkirina serjimêriyê li Sûriyê rûniştî bû, hevwelatiyê Sûriyê tê hesibandin. Wezareta Navxweyî dem da herkesê navê wî di tomarnameyên Rewşa Civakî de hebû ku di nava mehekê de wêneyekî ji tomara xwe û malbata xwe bi dest bixin û nîşanî karmendên serjimêriya nû bidin da ku nasnameya xwe tespît bikin (3). Armanca vê cudakirina di navbera nîştecîhan de dorpêçkirina nîştecîhên Hesekê yên navên wan di tomarnameyên Rewşa Civakî de nehatine tomarkirin bû, ji ber ku hejmara nîştecîhên Sûriyê yên tomarkirî di Tomarên Rewşa Civakî de naskirî û çespandî ye.

Lê, pîvana tomarkirinê di tomarnameyên Rewşa Kesayetî de ne realîst bû; ji ber ku diyardeya –Mektûmîn- an yên ne tomarkirî him di nava kurdan de û him jî di nava ereban de jî belav bû wê çaxê; û ev diyarde ma bi rêjeyeke kêmtir di nav desthilatên piştî dema Serjimêriya Awarte, û heta îro jî bi rêjeyên hinekî zêdetir di parêzgehên navçeya rojhilatê Sûriyê de belav bûye.

Eşkere ye ku armanca serjimêriyê ne belgekirina tomarkiriyan, lê belê belgekirina yên ku wek “qaçax” hatin wesifkirin bû ku wek “Biyaniyên Tirkiyeyê” hatin naskirin lê belê piştî xweacizkirina Tirkiyeyê, êdî weke “Biyaniyên Hesekê” hatin binavkirin.

Desthilatiyên serjimêriyê pêdagir bûn li ser naskirina nasnameya etnîkî ya “Mektûman.” Belgekirin û tomarkirin li gor awayê peywendiyên desthilatdarî û civakî yên wê demê û herwiha bi rêya karmendên dewletê, mufrezeyên polîsan û mufrezeya Şaxê Siyasî li gel giregir, “eyan” û serokeşîrên ku berjewendiyên wan li dijî hev derdiketin dihatin cîbicîkirin.

Serjimêriya Awarte ji serî heta binî, û ji pêşî heta dawî li jêr çavdêrî û kontrola “kirîvê” rast Parêzgerê Cizîrê Seîd El-Seyid de birêveçû. El-Seyid di kitêba bîranînên xwe de wiha behsa xwe dike: “Erebekî neteweperestî tund, sosyalîst lê ne bi tundî, bo pêkanîna yekîtiya erebî ku di jiyanê de tek armanca wî ye û hêviya wî ya herî mezin e, bi hemû hebûn, îmkan û hêza xwe kar dike”(4)

Seîd El-Seyid birayê Celal El-Seyid ê ku yek ji damezirênerên Partiya Baasê bû lê zû jê cuda bû ji ber hewesên wî yên sosyalîst û helwesta wî ya pirsa yekîtiya li gel İraqê, lê Seîd ne Baasî bû. Ew nêzîkî nifşê netewperestî resen bû ku hinek endamên vî nifşî di bin bandora fikrên netewî yên tund û şovînîst de mabûn.

Nerînên El-Seyid roleke girîng di warê biryargirtina encamên serjimêriyê û akamên wê de lîstin, ji ber ku navenda desthilatdariyê Parêzgeha Cizîrê bi her awayî girtibû destê xwe.

Di encamên Serjimêriya Awarte de, di rojekê de 85 hezar “nîştecîhên” Parêzgeha Hesekê wek “Biyaniyên Tirk” hatin tomarkirin, pirraniya wan “biyaniyan” kurd bûn û bi derbaskirina sînorên Tirkiyê ya qaçaxî û hatina Sûriyeyê ve dihatin tawanbarkirin. Lê jimara nîştecîhên ereb û suryaniyên (5) ku ketin ber “bêparkirina ji nasnameyê” kêm bû. Rêjeya jimara van “Mektûman” ku tomarnameyek taybet bi wan hat pêkanîn nêzîka % 28’ê tevahiya jimara niştecîhên parêzgehê yên tomarkirî bû. Nifûsa Hesekê wê demê 302 hezar dihat texmînkirin ku li gor encamên îstatîka giştî ya sala 1960’an pêk hatibû û ev jî yekemîn îstatîstîka giştî ya li Sûriyê bû ku li gor pîvan û yasayên zanistî pêk dihat (6).

Encamên Serjimêriya Awarte û kategorezekirina nû jimara kurdan û rêjeya wan li gor grubên çandî-etnîkî yê din guvaşt; û kurd ji pêvajoya milkdarî, siyaset û hilbijartinan derxistin. Herwiha, encamên Serjimêriya Awarte kurd û serokatiyên wan bi giştî qels û lawaz kirin. Ew di warê hevsengiyên hêz, desthilatî, saman û dabeşkirina etnîkî li gora hevrikên wan ên tund û bihêz “aşûrî” de qels ketin. Di sedsala bîstan de, di salên 1933-1936’an de, li gor peymaneke Fransî û İraqiyan li jêr fînans û çavdêriya Netewên Yekgirtî (niha NY) û piştî qirîza wan li İraqê, pêleke Aşûriyan a nû li Cizîrê bi cih bûbû.

Jimara niştecîhên Cizîrê wê demê ne ewqasî zêde bû, ji ber ku ew di rêveçûna qonaxên pêşkeftina demografîk a civaka Sûriyeyê de hê di pêvajoya “hevsengiya nêgatîv” de bû, yanî ew pêvajoya ku tê de pêşveçûna niştecîhan sifir e, ji ber newekheviya rêjeya mirin û jidayikbûnê. Lewma jî di dema ku navçeyên din ên Sûriyeyê derbasî qonaxa pêşveçûna bilez a niştecîhan dibûn, jimara niştecîhên Parêzgeha Hesekê kêm bû.

Lewre wê demê di nav parêzgehên Sûriyê de, Hesekê di warê jimara niştecîhan de, parêzgeha şeşan bû digel ku rewşa wê rewşa pileya sêyem bû. Ji ber ku şoreşa çandiniyê li wira hatibû destpêkirin û ji ber berfirehbûna projeyên avdanî û reforma zeviyên çandinê (heta gihîşt radeyekê ku ew navçe wek “California’ya Rojhilatê” dihat naskirin), planên pêşvebirinê hemûyan nîşan dida ku Cizîrê dikare jimarên zêde yên niştecîhan hembêz bike. Ji hemûyan zêdetir, bilezkirina rîtma kar a ji bo avakirina bendava Firatê ku jê re hatibû pêşbînîkirin ku mesaheya avdankirî ji zeviyên qabil bo çakkirinê, hilberîn û çandiniyê dû caran berfirehtir bike û ji hemuyan grîngtir dîtina petrolê a li navçeyê û îmkana firoştina wê, ji nav faktorên zêdebûna giringîpêdana bi navçeyê, bêtir ber bi çav diketin.

Jinûve pênasekirina navçeya Cizîrê
Ji dawiya salên 1940’an ve, herdem Navçeya Cizîrê di rêya dîtin û têgeheke çandinî de dihat pênasekirin ku jêdera sereke ya dahatiya tevahiya Sûriyeyê pêk tîne; lê belê dîtina petrola giran ku dikare bê firoştin a di sala 1962’an de û vedîtina petrolê li navçeya Cizîrê şîrketên petrolê yên Ewrûpî û Amerîkî xistin nava hevrikiya ji bo hilberîna wê. Ev bû çavkaniyeke din a bingehînî ku ji bo Navçeya Cizîrê bi awyekî din bê naskirin, an jî pênasekirina wê di riya giringiya petrolê de hat. Êdî, her pênc hikûmetên Sûriyeyê yên li pey hev di serdema (Cudabûnê) de bi tevahî gihîştibûn vê baweriyê ku Sûriyê êdî dikare bibe bo berhemhênerekî “piçûk” yê petrolê.

Ev danasîna Navçeya Cizîrê a wek navçeyeke bi petrol faktoreke girîng bû di vê nerîna Hikûmeta Ezim de. Hikumetê digot: “Pêvajoya derbasbûna bi dizî ya kurdên ji Tirkiyê bo Sûriyeyê planek e û armanca wê jî bicihkirina hinek grûbên xeynî-ereb li sêgoşeya petrolê ya li Sûriyeyê ye”(7) û hikûmet jî bi nêt e ku hêlên boriyan di navbera kêlgehên petrolê li Cizîrê damezrîne û rafîneriya petrola Banyas û dû rafîneriyên nû jî ava bike.”(8)
Lê ev bi wê girêdayî bû ku Hikûmeta Xalid Ezim di danûsitendinên li gel şîrketa “Concordia” ya Almanî re bi ser biketaya ku ji bo hilberîna petrola Sûriyeyê ya giran a li kêlgehên li jêr çavdêriya “Concordia” ya Swêdî an jî di kêlgehên Heyeta Giştî ya Petrolê li Qereşokê re dihatin kirin.

Paradoks ew bû ku pêvajoya serjimêriyê ne kêmî % 28’ê niştecîhên Parêzgeha Hesekê ji nasnameyê bêbeş kirin û ji hemû mafên wan bêpar kirin û pirsgirêka têkçûna hevsengiya demoxrafîk hinekî din zêde kir. Ev bûyer di demeke weha de pêk hat ku pêşvebirina Cizîrê ya li ser bingehên çandinî û projeya bendava Firatê aliyekî, û lialiyê din jî dîtin û hilberîna petrolê, pêwîstiya wê ya bi meşandina siyaseteke berfirehbûnê a li ser bingeha zêdekirina jimara niştecîhên Cizîrê û misogerkirina karkerên pêwîst bo projeyên nû di rojevê de bûn.

Rola hêzên ewlekarî û serkirdayetiyên kurd di vê bextreşiyê de
Hincet û behaneyên “serweriyê” bi tenê perdeyeke îdeolojîk bû ji bo cîbicîkirina pêvajoya bêbeşkirina % 28’ê niştecîhên Parêzgeha Cizîrê ji mafê hemwelatîbûnê û xistina wan di qrîzekê de ku êdî cîhê wan di dewletê de nemîne. A bi vî awayî, polîtîkayên dewleta navendî rêjeyek zêde ya hevwelatiyên xwe malwêran dike, lê wek ku Joseph Strair dibêje: “Zinhar û hezar zinhar bo wan kesên ku dewleta wan tune.”(9) Pêvajoya bêbeşkirina wan ji nasname û mafê hemwelatîbûnê, ew marjînalîze kirin, bi sedemê ku pirraniya wan cotkarên feqîr û nexwende bûn û bindestên serokeşîr, giregir û malmezinên kurdan bûn. Di destpêkê de, qurbaniyan hest bi wate û nîşanên “Serjimêriya Awarte” nekirin, lê piştî derbasbûna demeke kurt çavê xwe li ser bextreşî û karesata “serjimêrî”, yan jî li gor gotina Strair li “waweylê”, vekirin.

Seîd Seyid “kirîv” an bavê ruhî yê rast ê pêvajoya Serjimêriya Awarte bû, û berpirsiyariya dîtina behane û hincetan girt ser milê xwe. Piştî çespandina encamên serjimêriyê ew hincet anî ku: “Koça kurdan ji Tirkiyeyê metirsiyeke mezin li ser saxlemiya erebîtiya Sûriyeyê pêk tîne.”(10) Seyid bi van îddîayan dixwest raya giştî ya Sûriyeyê gur bikiraya. Tu peywendiya Hikûmeta Ezim ne ji dûr û ne ji nêzîk li gel îdeolojiya nasyonalîst a tund a Seyid tune bû, lê ew di wê qonaxa ku tê de bi her awayî li çespandina “cudabûnê” digerriya li jêr navê parastina “Kiyanê Nemir” bo çekkirina desthilata xwe ya bi amûrên îdeolojî yên zêde, ew bi kar anî.

Ji aliyekî din ve, faktorekî din ku rola wî di vê pirsgirêkê de hebû, zêdebûna çalakiyên Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Partî) bû, ku desteya serkirdayetiya wê ya yekem di 14’ê Hezîrana 1957’an de ji elîteke sînordar a ronakbîrên gêncên kurd pêk hat û gelek tê de neçû ku bû navendeke kişandina cemawerên cotkarên hejar û binpêkirî. Herçiqas nerînên van cemaweran ne bi temamî wek yên partiya nû bûn jî, wê demê Partî hêza Kurdî ya rêxistinkirî ya bi tenê bû. Pirraniya serkirdeyên Partiyê kevnekomunîst yan jî nêzîkî Partiya Komunîst a Sûriyeyê bûn û sûd ji tecrubeya Sovyetê wergirtibûn. Partî di Sibata 1962’an de, di qonaxa “cudabûn”ê de rastî hewildaneke parçebûnê hat, cemawerên Partiyê ewqasî zêde bûn ku rêxistinkirina wan ji destê qadroyên hizbê derketibû (11). Herwiha Partî zêdetir girêdayî bûyerên hundirê İraqê û şoreşa kurdî bû ku Mistefa Barzanî di Îlona 1961’an de, li dijî rêjîma Evdilkerîm Qasim destpê kiribû.

Lê tu dokument tunene ku biçespînin ku Partî çalakiyên xwe yên provokatîv li dijî desthilata Sûriyê piştî kampanyaya desteserkirina Sibata 1962’an domandibin û bi vî awayî desthilat mecbûr kiribin ku di îlona eynî salê de biryara cîbicîkirina “Serjimêriya Awarte” bide. Lê belê şer û nakokiyeke tund di navbera serkirdeyên kurd ên tradîsyonel û dîrokî û Partî de li dar bû, di çarçova şepêleke cemawerî ya netewî ya kurdî ku seba şoreşa kurdên İraqê germ û gurtir bûbû. Dibe ku ew serkirdeyên kurdên tradîsyonel di çarçova dîtineke berteng a berjewendiyên taybet de desthilat li dijî çalakiyên Partiyê sor kiribe.

Seyid bi zîrekî û jîrî fêde ji vê rewşê dît û fişar xiste ser hikûmetê biryara pêkanîna serjimêriyê zû bide. Gava Hikûmeta Ezime felc bû û karûbarên xwe radestî Xalid Ezim kirin, derfet bo Seyid peyde bû. Ezimê ku di warê hizrî û siyasî de kal bûbû û guherînan ew li paş xwe hiştibûn, kete nav lîstika wan. Di bingeh de, lîstikeka aloz a Seyid bû, di navbera wî û xwedî milkên mezin ên kurd ên ku yasaya Reforma Çandinî li xwe digirtin û milkdariyên wan ketibûne ber metirsiya dest li ser danînê, loma bo parastina berjewendiyên xwe amade bûn ku hertiştî bikin ku di nav de bêparhiştina hevzimanên xwe a ji mafê hemwelatîbûnê jî hebû û bi vî awayî îmkan û desthilatiyên xwe jî di paşerojê de ji dest didan. Mînaka vê çîroka malbata Nizameddîn e, ku di heman demê de yek ji motîvên serjimêrî û qurbaniyên wê jî bûn.

Jîrî, zîrekî û pragmatîka Xalid Ezim di tevlêbûna lîstikê de ew bû ku dixwast Yasaya Reforma Çandinî li jêr navê Çakkirina Navçeya Cizîrê hilweşîne, loma bi hemû hêza xwe û bi navê çakkirinê daxwaza hilweşandina wê dikir. Ezim bi eşkereyî daxwaz dikir cotkar ji nav zeviyên axa û xwedî milkên mezin bên derxistin û koçberkirin.

Rastiya sergirtî: Reforma Çandinî
Tevlihevbûna berjewendî û desthilatdariyê li dirêjiya dîroka Sûriyeyê ya nûjen gelek caran qewimiye, bi awayekî ku dewlet kiriye keştiyeke ji bo serdest û xwediyên berjewendiyan. Bi taybetî, di Serdema Cudabûnê (Cûdabûna Misir û Sûriyê) de, dema ku Cemal Evdilnasir hinek derbên dîrokî yên mezin li xwediyên hêz û karîgeriyê xistin û rê li pêşiya berfirehbûna beşdariya “xelkên ji rêzê” a di sazkirina biryara siyasî de vekir, ev tevlihevî zêdetir bû.
Evdilnasir rê neda ku xelkên ji rêzê bandora xwe li ser wî bihêlin, ji ber ku wî siyaset di çarçova desthilatê de qeyd kiribû. Lê ji aliyekî din ve, kiryarên wî xelkên ji rêzê dehif didan ku li gel qurbanî û zehmetiyan jî, îmkan û hebûna xwe tekez bikin. Balkêş e ku dema ku xelkên ji rêzê serî hildan, ew serhildan bi navê Evdilnasir bi xwe bû.

Ev mesele çîroka me vedigerîne destpêka peydabûna pirsgirêkê. Lewre pêvajoya çespandina nasnameyê di Serjimêriya Awarte ya taybet bi Parêzgeha Hesekê de, şertek danîbû ku hemwelatiyê Sûriyeyê ew kes e ku navê wî di tomarên Rewşa Civakî yên pêş sala 1945’an de hatibe tomarkirin. Herwiha diviya pêşî wêneyekî qeyda xwe û mala xwe bi dest ve bianiyaya û di dema bicihanîna serjimêriyê de ew pêşkêş bikirana. Lê belê ev merc bi xwe ji rastiyê dûr bû û nedibû delîleke bingehîn a ji bo îspatkirina nasnameyê, ji ber ku diyardeya “Mektûmîn-Kesên bêyî tu qeyd û navan” berê jî yek ji balkêştirîn taybetmendiyên civaka kurd û erebî a li Parêzgeha Hesekê bû. Lewma, yekalîkirina hisabên hêz, desthilatî û karîgeriyê faktorên sereke yên pêvajoya aloz bûn ku bi Serjimêriya Awarte bidawî bû.

Wezîfe yan jî erka pîvana bidestxistina nasnameyê (hebûna navan a di tomarên berî 1945’an de) di Serjimêriya Awarte de eşkere bû. Pîvan ji bo bêbeşkirina cotkarên kurd ên ku di dema Komara Ereb ya Hevgirtî de (Yekîtiya Sûriye û Misir 1958-1961) fêde ji zevî û erdên ku ketibûn ber pêvajoya Reforma Çandinî de dîtibûn, hatibû danîn.

Cemal Evdilnasir di çarçova Yasaya Reforma Çandinî de dest danî ser zeviyan û ew belav kirin. Wî tu cudahî nexist nav cotkarên kurd û ereb, ne jî di navbera Kurdên “resen” û yên “Qaçax: Ên ku li gor nerîna desthilatê bi dizî sînorên Tirkiyê derbaskirine û ji bo bidestxistina zeviyên Navçeya Cizîrê li wir bicîh bûne”, lê Evdilnasir cudahî xist navbera derebeg û xwedî milkên mezin û cotkarên hejar. Di bingeh de, Evdilnasir ne li dijî Pirsa Kurd bû, lê yekem serokê ereb bû ku çand û mafên kurdan ên kulturî û netewî nas kiribûn û girove jî li ser vêya pêşkêş kiribûn (12).

Lê Hikûmeta Ezim raya giştî li dijî vê kirinê gur kir ku qazanckerên Yasaya Reforma Çandinî bi tenê “biyanî” û “qaçax”ên gumanbar in ku bi dizî derbas bûne bo dest deynin ser zeviyan. Li gora wî, ev kes gefê li ewlekariya Sûriyeyê, Erebîtî û serweriya wê dixwin. Ji 17’ê Nîsanê heta 13’ê Îlona 1962’an, yek gilîname jî ku bibêje hinek “biyaniyên” ku bi dizî derbasî axa welêt bûne û sûd ji Yasaya Reforma Çandinî li Navçeya Cizîrê wergirtine, nehat tomarkirin (13), li gel ku yasa di vê dema destnîşankirî de ji dema yekîtiya Misir û Sûriyê bileztir birêve diçû. Lê piştî ku Erebîstana Siûdiyê, DYE û Odeya Bazirganiya Şamê û şîrketa “Concordia” li hev kir û piştgiriya hewilên Xalid Ezim kirin û Hikûmeta Beşîr Ezime hilweşandin, ev derewa neditî ku di serdema Hikûmeta Ezime de qet nehatibû bihîstin, derket holê.

Çapemeniya Sûriyeyê qet behsa pirsgirêka Serjimêriya Awarte nekir. Herweha hêz û partiyên Sûriyeyê û di nav de Partiya Komunîst a Sûriyeyê ku kurd û suryaniyên Navçeya Cizîrê giraniya wê pêk tînin jî, dengê xwe dernexist. Rojnameyên Sûriyeyê bi hinceta ku wan pereyên zêde ji aliyê Serokwezîrê Sûriyeyê distendin, xwe kerr dikir (14). Li gor vê rewşê, hin rojnameyên Sûriyeyê texmîn kir ku jimara biyaniyên ku bi dizî derbasî axa Sûriyê bûne di dema yekîtiya Misir û Sûriyeyê de ku bi mebesta sûdwergirtina ji zeviyên Yasaya Reforma Çandinî pêk hatiye, digihîje 50 hezar kesan (15). Ev li dijî cotkarên kurd ên perîşan wek hincetekê dihat bikaranîn ku bi vî awayî bikarin erdên ku di serdema Komara Ereb ya Hevgirtî de li ser wan hatibûn dabeşkirin ji wan bistînin.

Bê guman, cudahiyeke mezin di navbera “Mektûm” û “Qaçaxan” de heye. Lê, Hikûmeta Ezim dabeşkirina zeviyan a li ser cotkarên “Mektûm” ji aliyê Komara Erebî ya Hevgirtî di serdema Evdilnasir de wek belavkirina wan a li “Biyaniyên gumanbar” bi nav kir.
Seyid bi eşkereyî armanca Serjimêriya Awarte da zanîn, dema ku got: “Dabeşkirina zeviyan ne hema hema û li ser çi çavnebarekî be tê kirin, lê li gor yasa û bingehên hûr û destnîşankirî, û tenê hemwelatiyên me li xwe digire; yek parçe erdê ku tên belavkirin dê nebe para biyaniyan.”(16). Bi kurtî, ev bû naveroka vê çîroka tirsnak. Pirsgirêka gundê Girbawî (bi nave Ebû Rasên hatiye erebkirin) mînakek herî nimûneyî ya vê çîroka dirêj e, li vir hêja ye ku em ronahiyekê bixin ser vê meseleyê.

Girbawî (Ebû Rasên): Derebegên kurd piştgiriya Hikûmeta Ezim dikin
Nûner û Wezîrê Berê-yê bihêz- di salên 1950’î de, Evdilbaqî Nizam, bi awayekî jixweber girêdayî Fraksiyona Xalid Ezim a parlamenê bû. Wek nûner û zilamê Ezim dihat hesibandin di hikûmetên ku di rêya lihevkirin û hevpeymanan de di çarçova lîstika siyasî-parlamenî de, pêk dianîn. Evdilbaqî Nizam wek mêrê ku ji milkdariyê têr nedibû dihat naskirin, û çavnebariya wî gihîşt cihekî ku wî îddia kir ku erdê ku dê dewletê Firokexaneya Qamişloyê li ser ava bikira, malê wî ye. Gilînameyek jî tomar kir lê bi serneket.

Sedema redkirina gilînameya wî digihîje demên dadweriya Sûriyeyê ên di nîveka pêşin a salên 50’î de. Berî avakirina dadgeha Efîf El-Bezrî ya siyasî û urfî ku bêrûmetî û “qehpetiyên” bêjimar de derheqê yasayê de kirin, rêz li dadweriya Sûriyeyê û biryarên wê dihat girtin û heta ew rêz gihîşt radeyekê ku dîktatorekî wek Edîb Şîşeklî dema ku desthilat di dest de bû jî, neçar bû rêzê li kiryar û biryarên wê bigire û di rêya wê de gilînameyekê li dijî dijberekî xwe tomar bike.

Evdilbaqî Nizameddîn xwedî gelek mal û milk bû. Lê, milkê wê yê herî giring, gundê Girbawî (Ebû Rasên) yê li Parêzgeha Hesekê kete ber Qanûna Reforma Çandinî. Wezareta Çaksaziya Çandiniyê di dema Komara Ereb ya Hevgirtî de dest danî ser erdên wî û ew li cotkaran belav kirin û li gor tapoyên fermî ew erd kirin milkê wan cotkaran, ango xwedîtiya zeviyan ket destê cotkaran. Nizameddîn li gel bira û merivên xwe li ser milkdariya wan a “tevahî”ya vî gundî wek ku di îddîayên wan yên yasayî de hatibû, ketibû nava navkokiyan.

Bi mebesta xilasbûna ji cotkarên ku fêde ji qanuna belavkirina erdên dewletê didîtin, Nizameddîn îddia kir ku ew cotkar ne “sûryeyî” ne lê “tirk”in û bi qaçaxî ji bo destdanîna ser erdan di bin perdeya qanûna Reforma Çandiniyê de, derbasî xaka Sûriyeyê bûne. Li gor idîaya wî, ji ber sedemên nasnameya wan, nedibû ku ew cotkar bibûna xwedî milk. Ji sedemên layikiyê, hikûmetê wê demê navê van cotkaran danî “Mektûm” lê ne “Qaçax: ên ku bi dizî sînor derbaskirine” lê mebest ji “Mektûmîn”an ew e ku ew ne Sûriyeyiyên tomarkirî, lê Tirk in (17).

Wiha, “peyman”eke ecêb di navbera Wezîrê Çaksaziya Çandiniyê di qonaxa Hikûmeta Demkî ya Mamûn El-Kezberî (Yekem hikûmeta piştî cudabûnê) Seîd El-Seyid û Nizameddîn de hate dirustkirin. Di rêya vê hevpeymanê de, Seîd El-Seyid hewil da ku zeviyên gundê Girbawî ji cotkarên li gor tapoyên dabeşkirina erdan fêdedîtî vala bike, ferq nake ew “tomarkirî” bin di qeydên Rewşa Sivîl de yan “Mektûm” bin, ji ber ku her çawa be ew bi tenê “tirk in!”

Paşê, pirsgirêka cotkarên gundê Girbawî di Sibata 1962’an de veguherî û bû yek ji pirsgirêkên herî girîng di Parlamena Sûriyeyê de, ev bi xwe jî nîşana vê bû ku her çiqasî rewş xirab be jî, sîstemên demokratîk çendî bi kêmasî bin jî, di warê parastina mafên sîtembar û kesên paşguhkirî de, baştir in.

Lê bi sedema bandora Nizameddîn a dîrokî ya di desthilatê de, Serokatiya Parlamena Sûriyeyê di dema cudabûnê de pirsiyara derbarê Nizameddîn ya nûnerê Helebê yê esil-kurd Nûrî Arif ku ji malbateke aristokrat a kurd bû lê xwe nêzîkî doz û pirsgirêkên cotkaran didît, di ser guhê xwe avêt.(18)

Wezîrê Reforma Çandinîê yê nû Bekrî Qebanî (Partiya Niştîmanî-Heleb), ku Helebiyekî “dirinde” bû, ket vê postê, da ku Qanûna Çaksaziya Çandiniyê ji holê rake, neçar bû –bi tenê ji derve ve –qedexe bike ku Nizameddîn zeviyên Girbawî cot bike û rê bide her neh malbatên “mektûm” ku bi awayekî yasayî tapoyên milkdariya erdan bi dest bixin, digel cotkarên qazancker ên din ne ji mektûman bûn (9).

Çîroka rastîn a Girbawî-Ebû Rasên-, çîroka erdên dewletê ye ku Nizameddîn dema ku di desthilatdariyê de bû, dest danîbû ser wan û li gor yasayê wek kirêdarê wan yê bi salê 3 hezar lîreyên Sûriyê hat hesibandin. Di hewildana wî ya dawîn de a ji bo ji nû ve destdanîna ser van zeviyan, Nizameddîn 40 hezar lîreyên Sûriyeyê ji Banqa “Sûriye û Diyaspora” qerz kir, da ku mafê xwe yê veberanîna erd û lê xwedî derketina xwe biçespîne.

Lê belê kampanya parlamenî ya ku hikûmet neçar kir ji biryara Seîd El-Seyid ya qedexekirina dabeşkirina zeviyên Girbawî li ser cotkaran paşve bikişîne, hîşt ew nema qerzê xwe bide, vêna jî dezgeha Çaksaziya Çandinî dehf da ku dest deyne ser tevahiya mal û milkên Nizameddîn û di nav wan de erdên ku ji mafê wî bû bo xwe bihêle.(20) Mezinê wî, Xalid Ezim rêyeke din hilbijart, wî gilînameyek li dijî hikûmetê bi mebesta ku deynê xwe nedaya tomar kir, ew jî xiste nav “strana şeytên” û bêyî ku deynê xwe bide koç kir. Ji ber ku piştî Hikûmeta El-Kezberî faîz ji ser deynên xwedî milkên ku deyn ji banqan kiribûn û hê nedabûn rakir, deynê Ezim gihabû 300 hezar lîreyên Sûriyeyê, lê deynê Nizameddîn ne zêdeyî 25 hezar lîreyên Sûriyeyê bû.

Rola Rêveberê Banqa “Sûriye û Diyaspora”ê wê demê Ednan El-Îta’yê alîgirê Evdilnasir bû û piştgiriya yasaya Reforma Çandiniyê dikir, pir girîng bû di warê fişarxistina ser Nizameddîn û Ezim. El-Îta herdû jî carnan dixistin bin çavdêriya polîsan.

Encamên Tehl ji bo Derebegên Kurd
Evdilbaqî Nizameddîn yek ji mezintirîn “şeytanên” pêvajoya Serjimêriya Awarte bû. Dema ku Seîd El-Seyid Wezîrê Çaksaziya Çandiniyê bû, wî bi mebesta valakirina erdên xwe ji wan, di rêya kifşkirina metirsiya kesên “bi dizî sînor derbas kirine” de wefadariya xwe pêşkêşî dewletê kir. Nizameddîn bawer dikir ku Qanûna Reforma Çandiniyê bi dawî hatiye.

Herweha, di dema Hikumeta Beşîr Ezime de, hikumeta çepgir belavkirin û dabeşkirina erdan ya bêyî tu cudahiyên çandî, nijadî yan etnîkî bi awayekî bi lez domand. Di rastiyê de, Ehmed Evdilkerîm dest danîbû ser zeviyên xwedî milkên mezin ên ku heta berî çend salan jî li Sûriyeyê serdest bûn. Lê, di dema qelsiya Hikumeta Beşîr Ezime de projeya Serjimêriya Awarte bêyî gotûbêjên hikumî yên rastî hat derbaskirin. Serjimêrî bû pirsgirêka sereke ya Hikumeta Xalid Ezim, lê li jêr navekî nepixandî “Bernameya Reforma Navçeya Cizîrê.”

Pêvajoya serjimêriyê, pêvajoyeke siyasî-civakî bû û tu peywendiya wê bi karûbarên teknîkî re, tune bû. Serokatiyên êlî, eşîrî û malbatî yên kurd ên mezin hingî di nava xwe de dabeş bûbûn, û pirraniya wan di yek eniyê de li dijî Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê, rawestiyan. Şer û nakokiyên tund ên li ser berjewendiyan bi hinek encamên nehesabkirî bi dawî bûn. Endamên eynî malbatê li ser biyanî, mektûm û hemwelatî hatin dabeşkirin. Malbata Nizameddîn bi xwe jî li ser milkdariyê parçe bûbû û şerê hev dikirin û pirsgirêkên wan gihîştibûn dadgehan jî û carna şerê destan jî. Di encamên ecêb ên Serjimêriya Awarte de, hinek endamên malbata Nizameddîn wek hemwelatî, û hinekên din jî wek biyanî hatin tomarkirin. Wekî din jî, nûner û wezîrê berê Evdilbaqî Nizameddîn bi xwe li gel birayê xwe Lîwa’yê xanenişînkirî Tofîq Nizameddîn ku di sala 1955’an de Serokerkanê Artêşa Sûriyeyê bû û hatibû teqawîdkirin û hê jî meaşê xanenişîniyê werdigirt, wek “biyaniyên parêzgeha Cizîrê yên ku ji Tirkiyê bi dizî derbasî axa Sûriyê” bûne, hatin jimartin. Gelek endamên din ên malbata Nizameddîn wek hemwelatiyên Sûriyeyê hatin qebûlkirin. (21)

Mesele ne encama siyaseteke sîstemkirî ya navendî ji aliyê Hikumeta Xalid Ezim ve bo qirkirina serokatiyan bû bi qasî ku encama şerê hevtunekirinê di navbera van serokartiyan bi xwe de bû. Tevlîheviya nakokiyê derfet da desthilatdariya Seyid ku zarok û neviyên Brahîm Paşayê Millî ku di dema Dewleta Osmanî de û heta dawiya wê serekên navçeya Cizîrê bûn û ne ji ber motîvên netewî yan niştîmanî lê ji bo parastina desthilatiyên xwe yên dîrokî yên mezin ku bi rastî jî yên wan bûn li dijî mandata Fransa şer kiribûn, ji nasnameyê bêpar bike. Lê, piştî ku demek derbas bû, Malbata Millî nasnameya xwe bi dest xistin.

Çakkirina Cizîrê: Erebkirin, amadekarî û polîs û armanc “rûbarê zêr” e
Di destpêka meha 10’an a sala 1962’an, Hikumeta Ezim danîna Bernameya Çakkirina Navçeya Cizîrê temam kir û Parêzgarê Hesekê Seîd El-Seyid li gel Wezîrê Navxweyî Lîwa Ezîz Evdilkerîm forma wê ya dawî, li gora gotûbêjên wan ên bi wezîran re, saz kir.(22)

Di rastiya xwe de, Bernameyê Çakkirina Navçeya Cizîrê perdeyek bû bo çêkirina astengiyan li pêşiya cîbicîkirina Reforma Çandiniyê li jêr navê pûçkirina komploya gumanbar a kesên ku bi dizî sînor derbas kirine. Hêviyên pêşxistinê yên vê bernameyê bê wate û vala bûn. Ne di butçeya yasayî û ya hilberînê de para wî tune bû, ji bilî di hêla hêzên ewlekariyê de, ku armanca bernameyê ya rastîn bû. Li gora desthilatdariyê mijara navçeya Cizîrê ya di dema Hikûmeta Xalid Ezim de, tê wateya ku jimara herî zêde ya xwedî milkên mezin ên ku Qanuna Çaksaziya Çandiniyê li xwe digire, li wir bû. Jimara wan li Hesekê 1036 xwedî milk bû ku rêjeya % 32 bû, lewre tevahiya jimara xwedî milkên ku qanûn li xwe digire 3240 bû. Herweha, jimara mezin a erdên ku qanuna navbirî li xwe digire li Hesekê bû ku digihîşt % 37.6 ji tevahiya erdê ku qanunê li xwe digirt. Erdên avdankirî ji wan digihan rêjeya 20.7 ji tevahiya erdên avdankirî li seranserê Sûriyeyê.

Li gel vê jî, rêjeya erdên ku bi rastî dest li ser wan hat danîn heta hingê rêjeya herî mezin li Sûriyê ev bû: % 56,6 ji tevahiya erdan li gor rêjeya % 38 bo tevahiya Sûriyê û % 28,2 ji tevahiya erdên avdankirî yên ku qanunê ew li xwe digirtin li gor rêjeya % 15, 2 ji tevahiya Sûriyê (23).

Vê rewş û tevlîheviyê derî ji çavnebarî û keysbazan re, li ser piştê vekir. “Rûbarê zêr” bû xewna çavê herkesî…”Strana Îblîs” a ku Seîd El-Seyid pêşniyar kiribû berdewam dibû û dihat gotin. Her 85 hezar perîşanên êvara wê roja dojehrengî, roja Serjimêriya Awarte, bûn qurbaniyên çavnebariya serokatiyên kurd û giregirên siyaset û desthilatdariya Sûriyeyê û xewna wan a vexwarina ji “Rûbarê zêr.” Serjimêriya Awarte destpêka karên Hikumeta Ezim a herî mezin bû, û ev birîna hanê di cerga nasnameya niştîmanî ya Sûriyeyê de, çand (24).

Bi vî awayî, niştecîhên Parêzgeha Hesekê ku tu welat ji bilî Sûriyeyê wek welatê xwe nehisbandine, di cîh û warê xwe de hatin xerîbkirin di dawiya dema Komara Cudabûnê ku desthilatdarî ji bo berjewendiyên taybet ên xwediyên xwe hat bikaranîn. Îro, dem hatiye ku ev bextreşî bi yek carê bê bidawîkirin, bi rêya biryareke tenê ku giraniya wê li hember hêza plana duhêl ya Seyid-Ezim be ku ji bo îzolekirina wan ji dewletê û dûrkirina wan ji wê hat pêkanîn.

Zanista siyasetê me fêr dike ku mijara siyasetê hunerê derfetan e, lê belê armanca wê bi xwe, azadî ye. Êdî dem hatiye ku skandala Xalid Ezim û şirîkê wî Seîd Seyid ku dîroka çi dewletê be, dê wê li dinyayê rûreş û şermezar bike, bê bidawîkirin û dewlet bi rastî bibe ya tevahiya hemwelatiyên xwe.

Jêder: Le Monde diplomatique

22‏/01‏/2010

09‏/01‏/2010

آثار
تورم وجهك ، أو الحلق. التي يمكن أن تحدث ، ولكن ليس من الضروري ، كما يستجيب كل شخص بشكل مختلف على الأدوية.

أحيانا الناس حساسية للدواء. إذا كان لديك أي علامات على ظهور حساسية ، وعلى الفور اتصل الطبيب أو الصيدلي.

فرط الحساسية وردود الفعل ، ردود فعل الجلد ، على سبيل المثال احمرار ، حكة ، طفح جلدي ، وخلايا النحل
عند تطبيق المجمع في الأنف يمكن أن يحدث : العطس خفيفة مباشرة بعد الاستعمال ، وأحيانا جفاف وتهيج الغشاء المخاطي للأنف والحلق.