20‏/10‏/2009


Kawîs Axa (1889-1936) kî bû? (Vîdyo)

17 Cotmeh 2009 şemî Saat 20:30

Amadekirin: Sidqî Hirorî

Navê wî Weys kurê Ehmedî kurê Cemîlê Kanebî yê Herkî ye. Ew di sala 1889-ê de li zozana Çarçelê ji dayik dibe. Karê babê wî şivantiya terş û kewalan bû û wan jiyana xwe di navbera deştên rojhelata Mûsilê û zozanan de derbas dikir. Kawîs Axa di nav rewşeka weha de mîna babê xwe ket ber şivantiyê û di ber şivantiyê re hunera wî ya dengbêjiyê ser hilda.

Ew hêj dehsalî bû demê babê wî mirî. Piştî wê dayika wî Leyla pê re ji gundê Şêxanê ber bi herkiyên Soranê, bo cem meta Kawîs Axayî bar kir. Dayika wî jî dimire û wî di genciyê de bi tenê dihêle. Ew piştî mirina dayikê bû şivanê pezê Ehmed Xanê Herkî. Mirina babê, dayikê û heziqîna wî ya dijwar di demê axiftinê de wî pir diêşîne û pal dide dengbêjiyê. Kawîs Axa di sala 1915-yê de dev ji şivantiyê ber dide û dest bi dengbêjiyê dike û li Rewandizê, li cem Hecî Newrozê Bawêl Axayî (Hacî Newroz Efendî), yê ku pir hez ji dengê wî kirî, cihwar dibe. Kawîs dibe mîna dengbêjê dîwanxaneya Nûrî Bawîl Axayê Rewandizê yê ku hez ji dengê Kawîsî kirî û pê re bûye dost. Piştî dagîrkirina Rewndizê di sala 1916-yê de ji aliyê leşkerê rûsî ve û şewitandina Rewandizê ji aliyê wan ve, piraniya xelkê wan deveran û malbata Newroz Bawîl Axayî jî pê re, warê xwe bi cih dihêlin û mişextî Şeqlaweyê dibin. Kawîs jî bi malbata Newrozî re diçe Şeqlaweyê.

Hecî Newroz Efendî bi fermana osmaniyan dibe birêveberê nahiyeya Şeqlaweyê û ew Kawîsî dike berpirsiyarê embara qût, xwarin û erzaqê ku ji xelkê deverê bo leşkerî dihatin vecemandin. Lê Kawîs Axa bi serê xwe û bê haya cendirmeyan ji wî qût û erzaqî dide xelkê deverê yê hejar. Kawîs Axa di wê demê de dibe dostekê nêzîk yê Silêman Bayiz Begê Şeqlaweyî. Ew li wê derê Amînayê keça Mehmûd Şerîfî dixwaze. Ji wê jina wî çar zarokên wan çê dibin: Ehmed, Mihemed, Ebdilla û Cemîl. Ew piştî devberdanê ji karê mîrî û derketina rûsan ji Rewndizê di sala 1918-yê de, li gel ku xelkê deverê dizivire bo Rewandizê, venagere Rewandizê û li Şeqlaweyê dimîne. Ew paşî xwe ji Şeqlaweyê veduhêze Hewlêrê û ji bo debara bi dengbêjiyê lê cihwar dibe.

Ew li Hewlêrê bi stiranbêjiyê ve mijûl dibe û ne bes li dîwanxaneyên axa û began, lê herweha li cihine mîna Çayxaneya Elî Fileyhî lawik û heyranan dibêje. Ew di sala 1930-ê de diçe Bexdayê bo tomarkirina stiranên xwe li ser qewaneyan (îstîwaneyan), lê cara yekê û ji ber tirtirî û heziqîna wî di demê axiftinê de, di proveyan de sernakeve. Tomargeha Bîzafonê di cara duyê de û bi gotina stirana Genc Xelîlî dengê wî têxe ser qewaneyê. Piştî wê çend qewaneyek bi dengê wî ji aliyê tomargehên Bîzafon, Nayif û Neîmî li Bexdayê hatin tomar kirin.

Kawîs li bakûr, başûr û rojhelata Kurdistanê geriyaye û stiran gotine. Ew çend caran çûye cem Şêx Mehmûdê Hefîdî û Smayîl Axayê Şikak û stiran bi wan gotine. Stiranên wî berî ku bên tomar kirin ketin ser zarê xelkî û di nav xelkî de belav bûn.

Ew di şibata sala 1936-ê de bi seredan diçe bo cem xizmên xwe li devera Pîrmamê û li gundê Herşemê nexweş dibe û li wê derê dimire. Ew her li gundê Herşemê di rojeka pir baran de têt veşartin. Jina Kawîs Axayî di sala 1982-yê de mir û Kurên wî nemane, lê neviyên wî di jiyanê de ne. Wezîrê rewşenbîrî yê Kurdistanê Felekeddîn Kakaeyî di 22/11 1999-ê de li Şeqlaweyê perde ji ser peykerê Kawîs Axayî rakir.

Kawîs Axayî gelek stiran gotine û wî nedizanî bixwîne û binivîse, lê stiranên xwe ji ber dikirin. Her wî bi xwe selîqe û awazên stiranên xwe çê kirine. Ew ji dengbêjên herî navdar yên Kurdistanê ye ku stiranine wî mîna yên li ser serhildnên şêx Mehmûdî, belgeyên dîrokî ne li ser rewşa kurdan ya wê demê. Navê stiranbêjî »Kawîs« ji »kake Weys« çê bûye û paşnavê axa jî tomargeha qewaneyan pê ve kiriye û ew di qewaneyan de wek Kawîs Axa daye nasandin. Hinek ji stiranên wî: Genc Xelîl, Melîko, Şêx Mehmûd, Îsmaîl Xan, De Xalo, Lo lo peyayo, Çemê Çetelê, Delal, Bêrîvanê, Mêvano, Segvano, Dotmam, Evdilkerîm, Narê hey nar, Zalimê, Mamir û htd.

Çavkanî:
- Bkûrî, beşê yekê, Goranîbêje nemirekan, weşanxaneya Aras, Hewlêr, 2001.
- Serbaz Xoşnaw, http://www.shaqlawapost.com/forums/showthread.php?t=2006
- Wêneyê Kawîs Axayî ji albuma stiranên Kawîs Axayî ya ku Kom Muzîkê di 1999-ê de derxistî hatiye wergirtin.

Kulturname

19‏/10‏/2009

Schwerine Zoo