05‏/04‏/2009

Ziman bê hestiye,naqerime




Rengîn û xemgîn 1
Xemgîn: Tingir tingir-taq tîz-tîz.... Loy loy loy ax... Hozan im, ez tembûrvan im.
Rengîn: Maşellah! Xemgîn maşellah! Kuro ev çi hal e loş Te îcar jî dest bi hozanî û tembûrvaniyê kiriye, tu ji bo çi îro ewqas bi kêf îş
Xemgîn: Ez baş im keko, ez baş im wekî turpê şaş.
Rengîn: Ji bo çi keko, ew tiştê ewqas kêfa te aniye çi yeş
Xemgîn: Xweş guh bide min. Doh êvarê janê didanê min girt, ez gelek pê êşiyam. Bavê min got: “Kurê min rabe ez te bibim nexweşxanê, bila didanê te bikşînin.”
Rengîn: Baş e keko, tu çûy yan naş
Xemgîn: Na keko, wellehî ez neçûm!
Rengîn: Weey! mala min kuro, ma tu dînê bêhiş î!
Xemgîn: Ji ber çi kekoş Wellehî ez ne dînê bêhiş im.
Rengîn: Lê tu çi yîş
Xemgîn: Uhu uhu uh! Himm han hum... Ez, welleh ez xortekî ciwanmêr im.
Rengîn: Tew, tew, tew xorto. Ma ev ciwanmêrdiya te ciwanmêriyek çawa ye ku tu ewqas pê şa dibîş
Xemgîn: Guh bide min keko. Ez neçûm nexweşxanê. Min got ez çi bikim, çi nekimş Dawiyê min qerar da ku ezê bixwe vî didanê xweyî biêş bikşînim.
Rengîn: !!!şşş
Xemgîn: Loma min çû derziyek anî, lê derzî gelekî zexim bû. Min serîkek bi didanê xwe, seriyê din jî bi qulpa derî ve girê da.
Rengîn: Êêê! Dawiyê...
Xemgîn: Belê her tişt hazir bû. Ez jî li benda yekî bûm ku bila derî veke ez jî ji vî didanê biêş xelas bibim.
Rengîn: Êêêş
Xemgîn: Belê belê, ew dema ku ez li bendê bûm hat. Min hew mêze kir yekî dest avêtiye derî lêbelê çi dike nake nikare derî veke.
Rengîn: Hela, hela çi ecêb e! Kuro gelo ji ber çi nikare dervî vekeş
Xemgîn: Uhu uhu. Welleh keko. Ez wiha bawer im ku qeweta wî qîmê qeweta didanê min nake. Ji ber vê nikarîbû ku derî veke.
Rengîn: Dawiyê keko, dawiyêş
Xemgîn: Dawiyê çi bû, bû. Min hew carê mêze kir ku dayika min a delal û bavê min herduyan dest avêtine qulpê derî, carek gotin: “bîsmîllah” û “ya Ellah”.
Rengîn: Dee!
Xemgîn: Keko carek herduyan dest avêtin derî, derî kaş kirin, didanê minê bêar ji cih derket, û ez heta sibehê rehet rehet raketim.
Rengîn: Keko ma eyb nebe, ewê ku pêşiyê dest avêtibû ku nikarîbû derî vekira kî bû.
Xemgîn: Ew birayê min ê tewr biçûk bû.
Rengîn: !!!şşş

.

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق