13‏/07‏/2010

Mesûd Ozil Kurde û bi Kurdbûna xwe serbilind e



أاعلن رئيس اتحاد كرة القدم الكردستاني بان لاعب كرة القدم الدولي مسعود اوزيل بالفريق الالماني هو من اصل كردي وهو من مدينة آمد (ديار بكر) . وأضاف بانهم قد ارسلو له دعوة رسمية لزيارة كردستان ونحن الآن بانتظار رده على دعوتنا.جاء ذلك بعد جواب اللاعب اوزيل على سؤال للقناة التلفزيونية الثانية بانه لا ينحدر باصله الى الترك وانما هو من أصل كردي وهو فخور بانتماءه الكردي .


12 Tîrmeh 2010 Duşem Saat 13:22


Avesta - Serokê Yekîtiya Futbolê ya Kurdistanê ragihand ku lîstikvanê tîma Almanya, Mesut Ozil bi eslê xwe Kurd e û xelkê bajarê Amedê



Serokê Yekîtiya Futbolê ya Kurdistanê ragihand ku lîstikvanê tîma Almanya, Mesut Ozil bi eslê xwe Kurd e û xelkê bajarê Amedê ye û got ”Me daxwaznameyek ji Ozil re şandiye ji bo ku serdana Kurdistanê bike û em niha çaverêyî bersiva wî ne.”

Piştî ku Mesut Ozil bersiva pirseke televizyona ZDF ya Almanî da û ragihand ku ew bi regeza xwe ne Tirk e, lê Kurd e û şanaziyê bi Kurdbûna xwe dike, Yekîtiya Futbolê ya Kurdistanê giringî bi vê nûçeyê da û rasterast daxwaznameyeke fermî ji Ozil re şand ji bo ku serdana Kurdistanê bike. Di wê derbarê de Serokê Yekîtiya Futbolê ya Kurdistanê, Sefîn Kanebî, ji Rûdaw a Werzişî diyar kir ku ew bi vê nûçeya Ozil pir kêfxweş in. Mesut Ozil ku di tîma Werder Bremen a Alman de dilîze, di lîstika navbera herdu tîmên Almanya û Gana ya di çarçoveya Kûpaya Cîhanê li Başûrê Afrîqiyê de, goleke xweşik avêt û bû baştirîn lîstikvanê wê lîstikê û ji ber wê golê Almanya gihan qunaxa heştek fînalê. Piştî lîstikê ji aliyê kanala ZDF ya Almanî ve pirsyara wê yekê jê kirin ku weke lîstikvanekî bi regez Tirk kêfxweş e bi wê gola ku wî ji tîma Almanya re avêtiye, lê wî ew yek red kir û got ”Nexêr ez bi regeza xwe ne Tirk im, ez Kurd im û şanaziyê bi Kurdbûna xwe dikim.” Ozil ê 21 salî di qunaxa heştek fînalê de roleke sereke di serketina tîma Almanya bi ser tîma Îngilistanê de lîst; loma her ji niha ve çavên yaneyên mezin ên Ewrûpa li ser wî ne. Heta niha her sê yaneyên Barcelona ya Îspanî, Arsenal a Înglîzî û Înter Mîlan a Îtalî dawazname pêşkêşî wî kirine ji bo ku girêbestê bi wî re çê bikin, ji bo ku di dewra dahatû de ji wan re bilîze. Lê Ozil wê di sezona 2010/2011’an de dîsa di Werder Bremenê de bilîze û paşê biçe Barcelonayê (Rûdaw)

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق