14‏/02‏/2010

Şeva Hîcran

Cegerxwîn

.

Di tarîka şeva hicran çiraxek sîfet im ya Reb

Ji ser heta piyan are , bicarek vêketim ya Reb

Nema min sebr û aramek ji ber jana evîna dil

Evîn behre belê tenha di ber pêlan ketim ya Reb

Ji dîlber dûrketim lewra bela ser daye can û dil

Temaşa nakî ey zalim kî ez bê taqet im ya Reb

Meger pirsê li min nakî belê tim tê xiyala min

Şev û rojan bi nalînim bi ah û hesret im ya Reb

Şev û rojan bi kovan im bi bilbil re dilovan im

Hevalê xuncê baxan im , ji gul ez dûrket im ya Reb

Digel bilbil dinalim ez , zirav im wek hilal im ez

Şikestî rengê dalim ez , di halê hirqetim ya Reb

Di kûra 'eşqê borî me , yeqîn ez pîrê torî me

Di "lailma " derûrî me , di qeyda hicret im ya Reb

Meger ez Rustemê kurdim firaqê ez nexweş kerdim

Cegerxwînim siyahçerd im , di kunca xelwet im ya Reb

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق