Li gundê me rind pir hene, wekî te qet rind nîn e
Rinda giştik şar da serî, mîna te şale nîn e
Lê deng dikin diçin kaniyê, mîna te zar xweş nîn e
Lê rindik tev diçin kaniyê, mîna te zar xweş nîn e
Dilbera min, dilbera min, te bela da canê min
Dilbera min, rindika min, te dûkenek neda min.
Ji çavên te ken dipişkî, ser dilê min daniştî
Ji çavên te ken dipişkî, ser dilê min rûniştî
Lê tu tê bîra vî dilî, ew bi kenê te dihilî
Ji rindê hemû dinyayê, tu bi dilê min ten rindî
Ji rindê hemû dinyayê, tu bi dilê min tim rindî
Dilbera min, dilbera min, te bela da canê min
Dilbera min, rindika min, te dûkenek neda min.
jeder : malpera avestakurd
niviskar: Eziz Xemcivin
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق