23‏/05‏/2009

Çîroka xemgîn a keça kurd Dilvîn





Sîrwan H. Berko - Berlîn






Dilvîn ji jiyanê hez dikir, lê wê zû xatir ji wê xwest. (wêne: prîvat)
Dilvîn bajarê Qamişlo bi çavên xwe nedîtibû; wê çawa bibîne û ew nikare ji Elmanyayê derkeve. Tevî ku ev 15 salên malbata wê ne ku li Elmanyayê dijî, lê wê ta niha mafê rûniştinê bi dest nexistiye. Dilvîn berî heft salan li Elmanyayê çêbû û Qamişlo tenê ji bihîstinê bas dikir. Hesreta dîtina bajarê bav û kalan wê bi Dilvîn re bimîne. Wê hefteya buhrî xatir ji jiyanê xwest.

Îna buhurî rojek xweş bû ji rojên bûhara îsal. Dilvîn û birayê xwe yê bi salekê jê mezintir, piştî nîvro biryarê didin ku li derve bilîzin. Ew diçin ser gola nêzîkî mala xwe li bajarê Helmstedt li bakur-rojhilatê Elmanyayê, da ku nan bidin qazên di golê de. Bi kêfxweşiyeke mezin nanê di destên xwe de dirêjî qazan dike. Lê kêfxweşiya wê dirêj nake: Ew dişemite û dikeve nav avê. Ne Dilvîn dizane avjeniyê bike, ne jî biryarê wê.

Bira nikare alîkariya xuşka xwe ya biçûk bike û bilez û hawara xwe digihîne dê û bavê xwe. Hawar-hawara Dilvîna nazik e, lê qedera wê ew e ku kesek tune be ku wê ji nav avê derxîne. Dê û bav bi tirs û lezeke mezin xwe digihînin golê, xwe davêjin nav avê, lê nikarin keça xwe ji nav avê derxînin. bi ser halan de jî ne dê û ne jî bav dizanin avjeniyê bikin û bi zorê ji mirinê difilitin. Kesên ku bi hawara wan ve tên, wan û Dilvîn ji nav avê derdixînin. Lê ji bo Dilvîn alîkarî dereng hat.

Xewna Dilvîn ku bi dê û bavê xwe re serdana Qamişloyê bike, nema pêk tê. Balafirek sibe laşê keça kurd bi xwe re dibe Suriyê. Dê û bavên Dilvînê dixwazin ku keça wan li Qamişloyê bê veşartin. Lê ne ew, ne jî birayê Dilvînê dikarin pê re herin: Dezgeha biyaniyan destur neda malbata penaber ku bi keça xwe re herin welatê xwe. Mirovek biyanî ji şirketa şandina termên biyaniyan ji bo welatên wan wê bi Dilvînê re here Suriyê. Li Şamê kalik û apek Dilvîn dê pêşwaziya keça xwe bikin; ev keça ku wan tenê wêneyên wê dîtibûn û li ser telefonê dengê wê bihîstibûn. Qedera wan ew e ku ew nevî û biraziya xwe sax nebînin.

Dilvîn sibe digihê Qamişlo. Wê gelekî dixwest - mîna zarokên bajêr - di nav axa vî bajarî de bilîze. Lê ev xwezteka wê bi cî nayê: Ewê di bin wê axê de bê veşartin.

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق