21‏/03‏/2010

NEWROZA 2010 Komkara Hamborg



Gotinek ji bo cejna Newroze






















Newroz, cejna netewî ya milletê kurde û nişan û mizgînî ya destpêka bihar û sersala nû ye . Newroz, simbola azadî û wekhevî û li dijî zordarî û dijminatyê ye . Newroz, ya kurda ye û ya hemî aşti xwazaye . ji ber armanca newrozê pêkanîna aştî û serfirazî û wekhevyê û şikestina dagîrker û sitemkara bo





û kurd ji berî sedê sala bi helkefta cejna Newrozê şahi û ahenga li dar dixin li her şona lê bin . îsal careka din vaye milletê me ser sala xwe ya nû ya 2622k pîroz dikin bi reng û awayên cuda,






Li kurdistana Azad kurdistana îraqe ji sala 1992a va newroz bi awayeki azad tê pîroz kirin bi şahî û ahenga û li dor agirê newrozê xelekên dîlanan tên gerandin , îsal taybetiyek ya newrozê heye ji ber roja 7 Adarê berê millet li sundoqên dengdanê ye ji bo hilbijartina perlemanê iraqa fidral em hîvî dikin kurd Karibin destkeftiyên xwe bi parêzin û rolekî baş li bexdayê bilîzin, lê mixabin em di tirsêdane ji ber tevgera kudistanî ne bi yek listêne, Tirs ewe dengê wan bên winda kirin, hîviya serkeftinê ji lîsta kurdistanê ra dixwazin . Li kurdistana mezin kurdistana Turkyê, kurd bi rengek eşkere newroza xwe pîroz dikin, bi awayekî fireh û bi şeweyekî Azad. li kurdistana rojhilat, kurdistana îranê, mixabin rijîma melayên kevne perist hemî dergehên dîmoqrasiyê û azadiyê li ber milletê xwe girtiye û wan işkence dike. Li Sorî kurd di rewşek xirab da dijin, tevî kurd wek millet her wextî xwe parçek ji civaka Sorî dibînin û ji bo azadiya Sori gelek qurbanî dane, mixabin her demi mafê wî hatiye bin pê kirin li ser destê desthilatiyên Sori, û ta roja îro divê serdema ragehandina hevçerx û şaristanî da, jimarek mezin ji gelê me bê nasnama netewiye, ji sedema wê serjimara awarte ya sala 1962, û zinara erebi û guhertina navê gund û bajarên kurda, bi kurti kurdên Sori di rewşeka pir zor û zehmet da dijin nemaze pişti ew bûyera sala 2004 li bajarê Qamislo qewimî, û têda bi dehan ji gelê me jiyana xwe ji dest dan û bûn şehîd û gelk birîndar ketin û bi hezaran ketin zindanan. û ya herî xirab ew fermana 49 sala 2008 ya bi sedema wê kocberiyek mezin çebo him li hundirê Sori û him ji derva. û rêjima Sorî her wextî kar dike agirê Newroze vemrîne, lê gelê me hersal bi awayek firehtir ahengên Newrozê pêk tînin. her sal Newroz pîroz be û bijî Newroz cejna azadî. û serxwebonê



14‏/03‏/2010

قمة الخيال