23‏/05‏/2009

هيئة العمل المشترك للكرد السوريين : اعتصام و تظاهرة أمام السفارة السورية في برلين

في اجتماعها المنعقد بتاريخ 01.05.2009 تدارست هيئة العمل المشترك للكرد السوريين – ألمانيا الوضع السياسي المتأزم في سوريا بشكل عام وتأثيراتها السلبية على الوضع الكردي بشكل خاص. و قد توقف الاجتماع على خطورة المراسيم العنصرية و القوانين الجائرة التي اصدرها النظام في الفترة الاخيرة بحق ابناء شعبنا الكردي في سوريا و التي تزامنت مع تصاعد وتيرة العقلية الامنية ضد النشطاء و المناضلين من كافة مكونات الشعب السوري و تعبيراته السياسية و خاصة الكرد من خلال هجمات امنية شرسة تمثلت في الخطف وحملات الاعتقال الواسعة و المحاكم الصورية التي طالت حتى الاحداث والبعض من قيادات الصف الاول للحركة السياسية الكردية.


لذلك قررت الهيئة ضرورة تصعيد وتيرة النضال في الخارج لايصال صوت شعبنا إلى المحافل الدولية ومؤسسات المجتمع المدني وفضح المشاريع و السياسات العنصرية الممهنجة والممارسات اللاقانونية بحق شعبنا الكردي.


تدعوا هيئة العمل المشترك للكرد السوريين كافة أبناء الجالية الكردية والأخوة السوريين وأصدقاء شعبنا للمشاركة بالإعتصام الذي سيبدأ بتاريخ25.05.2009 أمام السفارة السورية في برلين و كذلك المشاركة بالتظاهرة التي ستقام بتاريخ 02.06.2009 وخلال أيام الاعتصام سيكون هناك في أيام نهاية الأسبوع من يوم الجمعة حتى يوم الأحد وقوف في ساحة Brandenburger Tor سيتم توزيع مذكرة باللغة الألمانية على المارة تضامنا مع أبناء شعبنا الكردي وحركتنا السياسية في الداخل من أجل:


ـ دعم صمود شعبنا السوري في وجه السياسات الشوفينية والكف عن اصدار الفرمانات العنصرية بحق شعبنا الكردي


ـ المطالبة بإطلاق سراح كافة معتقلي الرأي في سجون النظام والمعتقلين الكرد بشكل خاص


ـ إلغاء كافة المراسيم والقرارات الصادرة بهدف محو هويتنا القومية


- الاعتراف الدستوري بوجود الشعب الكردي أرضا و شعبا


المطالبة بتجميد الاتفاقية المبرمة بين وزارتي الداخلية السورية والألمانية حول اعادة اللاجئين


Çîroka xemgîn a keça kurd Dilvîn





Sîrwan H. Berko - Berlîn






Dilvîn ji jiyanê hez dikir, lê wê zû xatir ji wê xwest. (wêne: prîvat)
Dilvîn bajarê Qamişlo bi çavên xwe nedîtibû; wê çawa bibîne û ew nikare ji Elmanyayê derkeve. Tevî ku ev 15 salên malbata wê ne ku li Elmanyayê dijî, lê wê ta niha mafê rûniştinê bi dest nexistiye. Dilvîn berî heft salan li Elmanyayê çêbû û Qamişlo tenê ji bihîstinê bas dikir. Hesreta dîtina bajarê bav û kalan wê bi Dilvîn re bimîne. Wê hefteya buhrî xatir ji jiyanê xwest.

Îna buhurî rojek xweş bû ji rojên bûhara îsal. Dilvîn û birayê xwe yê bi salekê jê mezintir, piştî nîvro biryarê didin ku li derve bilîzin. Ew diçin ser gola nêzîkî mala xwe li bajarê Helmstedt li bakur-rojhilatê Elmanyayê, da ku nan bidin qazên di golê de. Bi kêfxweşiyeke mezin nanê di destên xwe de dirêjî qazan dike. Lê kêfxweşiya wê dirêj nake: Ew dişemite û dikeve nav avê. Ne Dilvîn dizane avjeniyê bike, ne jî biryarê wê.

Bira nikare alîkariya xuşka xwe ya biçûk bike û bilez û hawara xwe digihîne dê û bavê xwe. Hawar-hawara Dilvîna nazik e, lê qedera wê ew e ku kesek tune be ku wê ji nav avê derxîne. Dê û bav bi tirs û lezeke mezin xwe digihînin golê, xwe davêjin nav avê, lê nikarin keça xwe ji nav avê derxînin. bi ser halan de jî ne dê û ne jî bav dizanin avjeniyê bikin û bi zorê ji mirinê difilitin. Kesên ku bi hawara wan ve tên, wan û Dilvîn ji nav avê derdixînin. Lê ji bo Dilvîn alîkarî dereng hat.

Xewna Dilvîn ku bi dê û bavê xwe re serdana Qamişloyê bike, nema pêk tê. Balafirek sibe laşê keça kurd bi xwe re dibe Suriyê. Dê û bavên Dilvînê dixwazin ku keça wan li Qamişloyê bê veşartin. Lê ne ew, ne jî birayê Dilvînê dikarin pê re herin: Dezgeha biyaniyan destur neda malbata penaber ku bi keça xwe re herin welatê xwe. Mirovek biyanî ji şirketa şandina termên biyaniyan ji bo welatên wan wê bi Dilvînê re here Suriyê. Li Şamê kalik û apek Dilvîn dê pêşwaziya keça xwe bikin; ev keça ku wan tenê wêneyên wê dîtibûn û li ser telefonê dengê wê bihîstibûn. Qedera wan ew e ku ew nevî û biraziya xwe sax nebînin.

Dilvîn sibe digihê Qamişlo. Wê gelekî dixwest - mîna zarokên bajêr - di nav axa vî bajarî de bilîze. Lê ev xwezteka wê bi cî nayê: Ewê di bin wê axê de bê veşartin.

08‏/05‏/2009

Hezar rehmet li gora kefin diz !!! ev gotinek ya pêşyaye . binyada vê gotinê dibêjin carekî mirovek hebo her miriyek bimira bi şev diço tirba wî dikola kefnê wî dibir !!! vêca deng nav xelkê ket û gelek gotinê herî nexweş jêra dihatin gotin, heta wexta mirjî xelkê gotin rehma xwedê ne lê be ... kurekî wî hebo soz da û got eze bikim xelk be hemdi xwe rehmê li bavê min binin!!! ra bo her miriyek bimira dico kefne wi dibir ü darek ji di texist Qona wida . ve ca xelke gotin rehmet li kefin diz